PDKê ji bo yekdengiya wan li Bexdayê destxwesî li fraksîyonên Kurdistanî kir

22 January 2025 17:30 0 dîtin
PDKê ji bo yekdengiya wan li Bexdayê destxwesî li fraksîyonên Kurdistanî kir

PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser yekdengiya fraksîyonên Kurdistanî yên li Bexdayê ji bo dengdan û pejirandina ‘Yasaya hilweşandina biryarên Beasê’ ji aliyê Parlamentoya Iraq a Federal ve û vegerandina erd û zeviyên hatibûn zeftkirin li xwediyên wan ên resen, peyameke destxweşiyê belav kir.

Di peyama PDKê ya îro 22yê Çile hatiye belavkirin de hate gotin, “Ji bo vê boneyê destxweşiyê li nûnerên partiyên me yên li Parlamentoya Iraqê û herwiha fraksiyonên Kurdistanî dikin, ku roleke Kurdistaniyane û niştimanî dîtin. Herwiha destxweşî û pêzanînên xwe ji hêz û wan aliyan dikin ku rola wan hebû di derbaskirina wê projeyasayê de û bi armanca vegerandina maf ji bo xwedî mafan û çareserkirina xedrekî bi dehan salan a li hember kurd û tirkmenên bajarê Kerkûkê hatibû kirin.”

Polîtburoya PDKê hêvî xwest ku ew pêngav bibe sedema kûrkirina ruhê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane û bihêzkirina bingehên Iraqa nû û got, “Bendewariya me heye ku hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar rêkarên bicihkirina vê yasayê bicih bikin û rola xwe bibînin.”