Mesrûr Barzanî ve Bafil Talabanî siba dicivin
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê YNKê Bafil Talabanî dê bicivin. Berdevk got:
“Wê di hevdîtinê de li ser avakirina kabîna nû, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, reform û amadekariyên bo pêş, pirsgirêkên li pêşiya Herêma Kurdistanê û hin mijarên din biaxifin.”
Ofîsa serokê YNKê Bafil Talabanî jî li ser hevdîtinê daxwuyanî da û got:
“Wê di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê, peymanên siyasî, amadekariyên bo pêş, statûya Herêma kurdistanê, û avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê biaxifin.”
Hat ragihandin ku wê hevdîtin li payîtexta Kurdistanê, li Erbîlê bibe. Îhtîmale ku piştî hevdîtinê lezê bidin avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê ya nû.
Di parlementoya Kurdistanê de, 39 parlementerên PDKê û 23 parlementerên YNKê hene. YNKpartiya duyem ya di parlementoyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin