Mesrûr Barzanî di merasîma bîranîna sehîdên 1ê Sibatê de
PeyamaKurd – Di ser êrîşa 1ê Sibatê ya ku Hewlêr di nava xwînê de hişt, 20 sal derbas bûn, lê êşa ji ber komkujiyê hê jî weke roja ewil teze ye.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 20 saliya Komkujiya 1ê Sibatê li Bîrdariya Şehîdên 1ê Sibatê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de ji bilî Serokwezîr Barzanî gelek berpirs û malbatên şehîdan amade bûn.
Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tacegulek danî û ji bo şehîdan dua kir.
Di dema ku welatiyên Hewlêrê roja 1ê Sibata 2004ê yekem roja Cejna Qurbanê pîroz dikirin, terorîstan careke din serî li rê û rêbazên xwe yên nemirovane dan û bû sedema xemgîniya xelkê Hewlêr û Kurdistanê.
Di serdana cejnê de avahiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê rastî êrîşên xwekujî hatin. Di êrîşan de 103 kes ku di nav wan de payebilindên burokrat û berpirsên partiyê jî hene şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Ev êrîş di dema ku pêvajoya aştiyê ya di navbera PDK û YNKê de di qonaxa pêkanînê de bû, hatin kirin. Ji ber ku destpêka proseya aramî û aştiyê li Herêma Kurdistanê terorîstan bêzar kir, dest bi êrişên bi xwînî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin