Merasîma bîranîna Sehîdên 1ê Sibatê bi amadebûna Mesrûr Barzanî tê lidarxistin

01 February 2023 12:34 0 dîtin
Merasîma bîranîna Sehîdên 1ê Sibatê bi amadebûna Mesrûr Barzanî tê lidarxistin

PeyamaKurd –  Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro merasîma bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê tê lidarxistin.

Weke tê zanîn, îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, 19 sal di ser teqînên 1ê Sibata 2004an re derbas dibe ku baregehên Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Melbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Hewlêrê bi rêya du kiryarên xwekujiyê ve hatin teqandin û ji ber wê, 103 kes şehdî bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, îro di saet 09:30 xulekan de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.