Nêçîrvan Barzanî: Bila bîranîna "Sehîdên 1ê Sibatê" bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziya me

01 February 2022 14:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Bila bîranîna "Sehîdên 1ê Sibatê" bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziya me

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser salvegera Şehîdên 1 Sibatê peyamek bîranînê belav kir û diyar kir:” Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziye me.”

Îro 18 sal ji ser êrîşa terorîstî ya Hewlêrê re derbas dibe ku di encamê de 103 kadro, berpirs û endamên PDK û YNKê şehîd bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vê helkeftê peyamek belav kir û da zanîn: “Em bi rêz û şiko Şehîdên 1 Şubatê bibîr tînin û silavê ji bo ruhê wan yê pak dişînin. Karwana xebat û xizmeta wan serkirde û dilsozên ku bûn qurbaniyên destê reş yê terorê, wê heta hetayê berdewam be. Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziya me.”