Bi tevlibûna Mesrûr Barzanî wê sehîdên 1ê Sibatê bên bibîranîn
PeyamaKurd – Îro (01.02.2025) bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê merasîma salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Hewlêrê pêk bê.
Roja 1ê Sibat a 2004an terorîstên dijminê aramî û pêkvejiyanê di 2 êrîşên xwekujiyê de li avahiya 2yan ya PDKyê û li ya 3yan YNKyê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bûn sedem ku 103 berpirsên hikûmetî, rêveber, endam û Pêşmergeyên herdu partiyan û hemwelatî canê xwe ji dest bidin û hejmarek zêde jî birîndar çêbûn.
Hersal li Hewlêrê merasîma salvegera şehîdên 1ê Sibatê pêk tê û îro jî bendewarî ew e bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî wê pêk bê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin