Bi tevlibûna Mesrûr Barzanî sehîdên 1ê Sibatê hatin bibîranîn

01 February 2025 12:09 0 dîtin
Bi tevlibûna Mesrûr Barzanî sehîdên 1ê Sibatê hatin bibîranîn

PeyamaKurd – Î​​​​​​ro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji bo şehîdên 1ê Sibatê merasima bibîranînê pêk hat.

Di merasima ku li ber bîrgeh (abîde) şehîdên 1ê Sibatê ya li parka Samî Abdurrahman pêk hat, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û berpirsên hikûmet û partiyan û konsul û nûnerên gelek welatan amade bûn.

Di merasimê de piştî xulekeke bêdengiyê ya ji bo bîranîna şehîdan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tacegulek danî ser bîrgehê û Fatiha ji bo şehîdan xwend.

Piştre nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser navê Nêçîrvan Barzanî destegul gul danîn ser bîrgehê.

Di merasîmê de li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq û li ser navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre destegul gul danîn ser bîrgeha şehîdan.