Mesrûr Barzanî: Em bejna xwe li hember sehîdên Kurdên Feylî ditewînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi mebesta 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de peyamek belav kir û diyar kir ku jenosîda Kurdên Feylî tawaneke ku nayê ji bîrkirin û beşek ji wan tawanan e ku bi armanca têkbirin û nehîştina nasnameya gelê Kurdistanê hatine kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Di 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bi rêz û hurmet bîranîna wan hemû xwişk û birayên Kurdên Feylî dikin ku di rêzehêrişên hovane yên rejîma berê ya Iraqê de, tenê ji ber kurdbûna wan û piştgiriya şoreşa gelê Kurdistanê kirine rastî girtin, kuştin, windakirin û standina nasnameya Kurdbûnê hatine.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dom kir: “Jenosîda Kurdên Feylî tawaneke ne ji bîrkirî ye û beşeke ji wan tawanên ku bi armanca tunekirin û têkbirina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin. Pêwîst e hikûmeta Iraqê erkên xwe yên rewiştî û destûrî bi cîh bîne û bi awayekî mafê Kurdên Feylî û hemû qurbaniyên ku bi destê rejîma Baasê hatine qetilkirin qerebû bike.”
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bejna xwe li hember giyanê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin