Mesrûr Barzanî tacegulek danî li ser Bîrdariya Sehîdên 1ê Sibatê
PeyamaKurd - Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma 16emîn a salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê birêve çû.
Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de tacegulek danî Bîrdariya Şehîdan.
Di karesata 1ê Sibata 2004an de, herdu baregehên Liqê 2 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê hatin armanckirin û 101 kes li du teqînên xwekujî de, li binkeyê baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê de li Hewlêrê şehîd bûn.
Ji ber wê jî gelek rêveber û endamên her du partiyan û bi dehan Pêşmerge û xelkê sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li Parka Samî Ebdulrehman ku ew bi xwe jî di wê êrîşa terorî de şehîd bûbû, peykerek bi wê boneyê hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin