Mesrûr Barzanî serkeftin ji Meshedanî re xwest

01 November 2024 18:33 0 dîtin
Mesrûr Barzanî serkeftin ji Meshedanî re xwest

PeyamaKurd -  Serokwezirê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwendiyeke telefonî ligel serokê nû hilbijartî yê parlamentoya Iraqê pêk anî.

Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Mijdarê di pêwendiyeke telefonî de, ji bo hilbijartina wî ya seroktiya Parlamentoya Iraqê pîrozbahî li Dr. Mehmûd Meşhedanî kir û hêviya serkeftinê di erka wî de jê re xwest.

Serokê Parlamentoya Iraqê spasiya xwe ji bo pêwendiya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û piştrastî da ku dê  piştevaniya xwe di bicihanîna destûr û çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de bike.