Layla Zana ji Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî re hêviya serkeftinê xwest
PeyamaKurd - Siyastmedara naskirî ya Kurd û perlemantara berê ya HDPê Leyla Zana, di peyamekê de bo serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo Mesrûr Barzanî ragehind: Hêvîdar im bi hemû şîyan û hêza xwe hewla çareserkirina pirsgirêkan û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê bidin.
Leyla Zana ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re peyamek şand. Zana adi peyam xwe de ji Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hêviya serkeftinê xwest.
Zana ji bilî nîşandana xweşhaliya xwe li hemberî destbikarbûna kabîneya nehem a hikumeta Kurdistanê, ew hêvîdar e ji Mesrûr Barzanî di erkên xwe yê nû û xizmeguzariya Kurdistaniyan de, serkeftineke mezin bi dest xwe ve bîne.
Leyla Zana di peyama xwe de dibêje: Ez di demekê de bi hesteke gerim pîrozbahîyê li cenabê we yê birêz, û kabîneya nû ya hikumetê dikin, hêdar im hun bi hemû şîyan û hêza xwe hewla çareserkirina pirsgirêkan û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin