Mesrûr Barzanî: Bersiva nezanan bêdengî ye
PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 4ê Mijdarê beşdarî ahenga mezin a bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya ji bo lîsta 275ê ya PDKê bû ku li Yarîgeha Werzişê ya Dihokê hate lidarxistin.
Mesrûr Barzanî bi gotinên, “Ez silavên Lêvegerê Kurd û Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî, digihînim we tevan” dest bi axaftina xwe kir û got: “Ez gelek spasiya birayê xwe yê hêja, Kekê Nêçîrvan Barzanî, dikim ji ber peyama wî ya xweşik, ku bi rastî peyama PDKê ye û li şûna me tevan gihand we. Em hêvî dikin ku hûn hemî pêkve piştgiriyê bidin peyama PDKê, ji bo biserxistina Lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Em spasiya baweriya we dikin û em sozê didin we ku, em dê bi çêtirîn awa li ser xizmetkirina we berdewam bin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Guhertinên nû li herêmê berdewam çêdibin. Ji bo parastina ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina bêtir destkeftiyan, divê em li Bexdayê bin û me tevlîbûneke çalak di Parlementoya Iraqê de hebe. Gelek alîyan bizav kiriye ku Herêma Kurdistanê negihîje armancên xwe, lê bi piştgiriya xelkê Kurdistanê, em li ser karwanê avedankirina Kurdistanê berdewam bûn û îşela em dê ranewestin. Gelek gotinên nerast û bêbextî li dijî PDKê hatine kirin, lê hewce nake ku em bersiva wan bidin ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin