Mesrûr Barzanî bi konsol û dîplomatkarên biyanî re civiya û bersiva pirsên wan da

20 January 2021 16:26 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi konsol û dîplomatkarên biyanî re civiya û bersiva pirsên wan da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê li paytext Hewlêrê bi konsol, nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û reformên kabîneya nehem û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê nirxandin kir.

Mesrûr Barzanî got, Herêma Kurdistanê her dem xebitiye ji bo pêwendiyên herî baş ligel hikûmeta federalî hebin û hemû kêşe bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin. Ji bo vê mebestê jî, hemû pabendiyên xwe cîbicî kirine bi arasteya gihîştina rêkeftinekê ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Serokwezîr tekezî li wê yekê kiriye ku divê mijara mûçeyê ji milmilaniya siyasî were dûrxistin û nabe mûçe bibe karteke zextê li dijî Herêma Kurdistanê û siyaseta birçîkirinê li dijî mûçexurên Herêmê were bikaranîn.

Mesrûr Barzanî bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji bo hemecûrekirina aborî û zêdekirina çavkaniyên dahat û kêmkriina xerciyan û rêkûpêkkirina bac û hêsankarîkirina veberhênerên biyanî û navxwe hatiye amadekirin bibîr xist û eşkere kir ku ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêmê jî hemû hewldanên xwe pêk tînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a seqamgeriyê ye li herêmê û pêwendiyên dostane dixwaze ligel welatên cîran û pêşvebirina pêwendiyên ligel civaka navdewletî bi giştî.

Herwiha di civînê de li hember gefên terorê girîngiya berdewambûna alîkarî û hemahengîya welatan ligel Herêma Kurdistanê hat bibirxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya civînê de jî bersiva pirsên beşdaran da.