Mesrûr Barzanî: Ewlehî û îstiqara Kurdistanê, bala vebêrhênerên biyanî dikêse

11 February 2025 12:51 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ewlehî û îstiqara Kurdistanê, bala vebêrhênerên biyanî dikêse

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ewlekarî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, ji bo karsaz û sermayedarên biyanî gelekî girîng e ku werin li herêma me veberhênanê û karên xwe bikin.”

Îro sêşemê (11.02.2025) li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Yekgirtî ya Erebî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî mêvanê panela bi sernavê “Derketina kêşeyan û nehiştina derfetan” bû.

Wî di panelê de diyar kir: “Em hewl didin pirsgirêkên xwe yên siyasî bi hikûmeta federal a Iraqê re çareser bikin.” 

Di berdewamê de anî zimên: “Ewlehî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, ji bo karsaz û vebêrhênerên biyanî gelekî balkêş e ku werin li herêma me veberhênanê û karê xwe bikin.”

Serokwezîr bal kêşa ser girîngiya fêrbûna ji ezmûn û serpêhatiyên welatan û got: “Yek ji wan welatan Îmarat e ku em di dema cîbicîkirina projeya çaksaziyê de ku me li Herêma Kurdistanê dest pê kiribû û jê fêr bûbûn.” 

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku baştirkirina projeya xwendinê di nav karên wî yên pêşîne de ye û got, “Em dê kar bikin da ku xwendina li Herêma Kurdistanê bigihînin asta navdewletî, em şanaziyê bi wê yekê dikin ku gelek zanîngeh û peymangehên fermî, taybet û navdewletî li herêma me hene û gelek ji derçûyên me di sektora giştî û taybet de kar dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku wan gelek armancên xwe bi dest xistine, lê hîn riyeke dirêj li pêşiya wan maye.