Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê her dem faktora ewlehî û aramiyê ye!

07 February 2024 19:39 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê her dem faktora ewlehî û aramiyê ye!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina îro 7ê Sibatê li Hewlêrê bi şanda bi seroktiya Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler re, li ser medya civakî Xê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Me û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler tekezî li ser berdewamiya hemahengiyê ji bo aramî û asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê kir.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktora ewlehî û aramiyê û em rê nadin ku bibe cihê metirsiyê li ser cîranên me. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê sersaxî û hevxemiya xwe bo qurbaniyên êrîşa Hewlêrê nîşan da û got, ew êrîş ti hinceta wê nîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîr Guler kir