Serok Barzanî Meshedanî pîroz kir û serkeftin jê re xwest
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Mijdarê bi rêya telefonê bi serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî re axivî û pîrozbahî lê kir.
Baregeha Serok Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî, bi rêya telefonê bi Mehmûd Meşhedanî re axiviye û ji bo hilbijartina wî ya wek Serokê Parlamentoya Iraqê ew pîroz kiriye.
Herwiha Serok Barzanî, piştgiriya xwe ya ji bo Mehmûd Meşhedanî anî ziman û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mehmûd Meşhedanî jî spasiya helwest û piştgîriya Serok Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.
Serok Barzanî, hêvî xwest ku Mehmûd Meşhedanî bi berdewamî hewla çaresekirina pirsgirêkan bide û yasayan di berjewendiya xelk û aramiya Iraqê de derxe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 31ê Cotmehê di hilbijartinên Serokê Parlamentoya Iraqê de piraniya fraksiyonên Suneyan û fraksiyonên Kurdistanî piştgirî da Mehmûd Mehşedanî û ew bi amadebûna 269 parlamenteran û 182 dengan hat hilbijartin. Meşhedanî serkirdeyekî navdar ê Suneyên Iraqê ye û ji bilî cîgirtina di Komîteya Destûra nû ya Iraqê de, salên 2006-2009anjî serokatiya Parlamentoya Iraqê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin