Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Bafil Talebanî re civiya

17 January 2025 08:33 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Bafil Talebanî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî doh li ser mijara avakirina hikûmetê civiyan.

Li gorî Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, piştî hilbijartinên 20ê Cotmeha 2024ê, yekem car rayedarên YNK û PDKê civiyan.

Hoşyar Zêbarî di peyama xwe ya li ser platforma Xê de ragihand, Barzanî û Talebanî hevdîtineke samîmî û avaker pêk anîn û ev hevdîtin yek bi yek pêk hat.

Zêbarî, endamê desteya danustandinên pêkanîna hikûmetê ya PDKê jî got, civîna roja Pêncşemê li gor proseya danûstandinên PDK û YNKê bi mebesta pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hat lidarxistin.

Ji ber ku ti partî di parlementoyê de piraniyek nîne, pêwîst e weke berê hikûmeteke hevpeymanî bê avakirin.