Ji Nivîsgeha Serokwezîr zelalkirinek: Arîse bi pêwendiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî çareser bû
PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, zelalkirinek derbarê rûniştina Perlemana Kurdistanê de belav kir û ragihand ku piştî pêwendiya telefonî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî arîşeya rûniştina parlamenê çareser bûye û bi daxwaza Bafil Talebanî bo 24 saetan hatiye paşxistin.
Di daxuyaniya zelalkirinê ya Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Kurdistanê de hat gotin, hinek nûçe û şîroveyên nerast di mêdyayan de, derbarê rûniştina parlamenê de belav bûne.
Di dewamê de hat zelalkirin: “Rastîya mijarê wiha ye, di dema peywendîyeke telefonî de di navbera rêzdaran Mesrûr Barzanî, serokê hikumetê û Bafil Talebanî, hevserokê Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, ew arîşe hate gengeşekirin û birêz Bafil Talebanî daxwaz kir civîna Perlemanê bihêt bi dawîxistin bo dema 24 demjimêran bê ti merc. Jibo delîve bo serkirdatîya herdû alîyan hebe daku bigihin têgehişineke hevpişik. Ev bi daxwazîyeka pesind hat zanîn û bi danûstan di navbera serokatîya Perlemanê û serkirdatîya herdû alîyan civîna Perlemanê bo 24 demjimêran hat dawîxistin bê ti merc û delîve hate dan di wê demê de, asteng û arîşe bihên çareserkirin.”
Di dawiyê de jî hêvî hat xwestin ku tevaya alîyan bi berpisyarî reftarê ligel vê mijarê bikin û bi arasteya çareserkirinê nûçe û şîroveyan veguhêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin