Ji Nivîsgeha Serokwezîr daxuyanî: Giliyê yasayî bo ti rojnamevanan nehatiye kirin
PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke zelalkirinê belav kir ku tê de dibêje, Serokê Hikûmetê gilî li ser ti rojnamevanan tomar nekiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, sikala (gilî) ya yasayî li dijî ti rojnamevanekî tomar nekirîye, wek hinek malperan belav kirine.
Herwiha hat zelalkirin kur ew giliyên hebûne ji aliyê daxwazkarê giştî ve bûne û li ser wan kesên destpêka belavbûna nexweşîya Koronayê û ragihandina karantîneyê, guman dixistin ser hebûna wê nexweşîyê û hana xelkê didan daku rênimayîyên tenduristîyê binpê bikin. Ev mijarê jî tenê peyendî bi daxwazkarê giştî ve heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin