Serokwezîr Barzanî, li ser krediyên projeyan daxuyanî da

25 September 2023 15:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser krediyên projeyan daxuyanî da

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser “Projeya Geşaneweyê” ku tê wateya refahê, daxuyanî da û li ser krediyên projeyên biçûk hin agahî dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi merasîmekê projeyeke nû ya refahê ragihand û diyar kir ku ev proje beşek ji plan û bernameya hikûmetê ya ji bo bipêşxistina bazirganiyê û alîkariya sektora taybet e û hûrgiliyan bi vî awayî parve kirin:

“Di van salên dawî de sektora giştî û ya taybet, temamkerê hev û din bûn û ji bo bipêşxistina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng bûn.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku zêdetirî ji % 50yê kar û xebata taybet a Herêma Kurdistanê ji karên biçûk û navîn pêk tê û destnîşan kir ku yek ji wan pirsgirêk û astengên serekî yên li pêşiya bazirganiya Herêma Kurdistanê nebûna piştevaniya darayî ye.

Serokwezîr bi berdewamî da zanîn ku karsaz dikarin bi rêya portaleke online rêbazên wergirtina krediyê bibînin û serlêdanên xwe pêşkêş bikin.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew yek ji bernameyeke dayîna krediyê pêk tê û bi hevkariya bankaya taybet (Banka Cîhan) pêwîstiyên projeyên biçûk û navîn ên Herêma Kurdistanê dike armanc.

Hat diyarkirin ku ji bo vê bernameyê, dê bankayên taybet tu şert û mercên îpotekê ferz nekin û bername şert û mercên adil ji bo karsaziyên biçûk û navîn bi xerceke îdarî ya ji % 2 misoger dike ku ev mesrefa birêvebirina projeyê ye.

Li gorî hat diyarkirin, Projeya Pêşketinê dê di destpêkê de wekî projeyeke pîlot dest pê bike û dê krediyê bide 25 karsazan û sînorê serlêdana krediyê heta 150 milyon dînarên Iraqî ye.

Li gorî daxuyaniya projeyê, divê kompanyayên biçûk û navîn herî zêde di 36 mehan de krediyên xwe vegerînin.

Banka Cîhanî dê rewşa darayî ya karsazan li ber çavan bigire û li gorî rewşa darayî ya projeyan nexşeya vegerandina krediyên wan diyar bike.

Her wiha hat zanîn ku ji % 50yê karên taybet a Herêma Kurdistanê ji karên biçûk û navîn pêk tê.

Li gorî hat ragihandin, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî dê serpereştiya projeya refahê bike ku dê heta 150 milyon dînaran kredî bide karsazan da ku kar û barên xwe berfirehtir bikin.