Serokwezîr Barzanî, li ser dabeskirina mûçeyan daxuyanî da

20 April 2023 16:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser dabeskirina mûçeyan daxuyanî da

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi daxuyaniyekê li ser dabeşkirina mûçeyan axivî û diyar kir ku nabe mijara mûçe û debarê, bi pirsgirêkên siyasî re werin tevlihevkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di daxuyaniyê de bal kişand ser proseya dabeşkirina mûçeyan û got,

“Nabe tu kes û aliyek li tu cihekî Herêma Kurdistanê, li proseya dabeşkirina mûçeyan rêgir be. Divê mûçe û debara xelkê, bi nakokî û pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berdewamî got,

“Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xizmeta welatiyên xwe dikin û tevî hemû astengî û fişaran jî bi berdewam hewil didin jiyana welatiyan baştir bikin.

Di heyamên dijwar ên vîrusa Koronayê û zextên aborî yên herêmî û cîhanî de me karibû di dayîna mûçeyan û aramkirina rewşa aborî ya Herêmê de berdewam bin. Bi alîkariya Xwedayê mezin û bi piştevaniya welatiyên me, em li ser xizmetkirina wan berdewam dibin û em geşbîn in ji bo baştirkirina rewşa Herêmê di hemû waran de.

Nabe tu kes û aliyek li tu cihekî Herêmê, li proseya dabeşkirina mûçeyan rêgir be. Nabe mûçe û debara xelkê bi pirsgirêkên siyasî re were tevlihevkirin. Divê dahata welêt, ji bo xizmeta welatiyên me be û hemû kesên ku vê proseyê têk didin, divê li pêşberî xelk û yasayan berpirsyar bin.”