Serokwezîr Barzanî: Me li ser mûçeyan li hev kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi maqûlî li hev kir.
Serokwezîr Barzanî, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku “Bi saya alîkariya Xwedayê mezin û vîna bihêz a gelê me, me karî berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bikin û ligel Serokwezîrê Federalî Birêz Mihemed Şa Sûdanî, bi maqûlî li hev kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya axaftinên xwe de spasiyên xwe pêşkêşî welatiyan kir ku di vê heyamê de baweriya xwe bi hikûmetê ji dest nedane û got,
“Ez spasiya Birêz Serok Barzanî dikim ku li hember wan astengan de piştgîrî û rênimayiyên xwe pêşkêş kir. Ez spasiya piştevanî û rola Serokê Herêma Kurdistanê di danûstandinên ligel hikûmeta federal de dikim.
Bi alîkariya Xwedayê mezin, em ê di xizmeta hevwelatiyên xwe yên ezîz de berdewam bin û em ê rê nedin ku hewildanên bê encam aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin