Serokwezîr Barzanî, di derbarê kustina mîrlîwa de daxuyanî da
PeyamaKurd- Li gorî hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di derbarê mirina Mîrlîwa Muhammed Mîrza Yunus Sofî yê malnişîn ku şeva borî di bûyereke gumanbar de jiyana xwe ji dest dabû; ferman da ku lêkolîn bê destpêkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya sersaxiyê de ji ber koça dawî ya mîrlîwayê malnişîn Mihemed Mîrza Yûnûs Sofî ev daxuyanî da:
“Şeva borî, li bajarê Zaxoyê di encama bûyereke gumanbar de maşîna Mîrlîwa Muhammed Mîrza Yûnûs Sofî yê malnişîn teqiya û ev efserê bê westan ê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê şehîd bû.
Ji ber vê bûyerê ez hêviyên xwe yên sersaxiyê pêşkêşî malbat, xizm û kes û karên şehîdan dikim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku cihê wî bike bihuşt û sebirê bide kes û karên wî.
Min ji bo lêkolînkirina vê bûyerê ya bi hûrgilî û eşkerekirina destên li pişt vê tawanê, saziyên ewlehiyê yên pêwendîdar erkdar kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin