Serokwezîr Barzanî hewla kustina Kazimî bi tundî sermezar kir û pistevaniya xwe nîsan da
PeyamaKurd – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi tundî hewla kuştina serokwezîrê Iraqê şermezar kir û piştevaniya xwe nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser medya civakî û di gotara xwe ya di merasîma danîna xîmê avakirina dibistanekê li gundê Korî yê Hewlêrê de, êrîşa vê sibehê ya ser mala Mistefa Kazimî ku hewla kuştina wî hatibû dayîn, bi tundî şermezar kir.
Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe û ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Mistefa Kazimî re nîşan da û got, ji bo tekûz kirin û pêşxistina demokrasî û seqamgiriyê li Iraqê piştevaniya serokwezîrê Iraqê dikin.
I condemn in the strongest terms the drone terror attack on PM @MAKadhimi’s residence last night.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) November 7, 2021
We stand with him and reaffirm our support for his efforts to consolidate democracy, the rule of law and stability for the country -mb.
Îro 7ê Mijdara 2021ê danê sibehê bi dronên bombekirî li Herêma Kesk êrîşek ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin. Medya Iraqê ragihandiye ku 3 ji pasevanên mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di dema êrîşê de birîndar bûne û bilez ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin, lê derbarê tendirûstiya wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Piştî êrîşê, Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê hemû alî piştrast kirin ku tendirûstiya wî baş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin