Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Mustafa Kazimî re axifî

29 October 2022 00:10 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Mustafa Kazimî re axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê bi serokwezîrê berê yê Iraqê Mustafa Kazimi re axifî. Mustafa Kazimî îro wezîfa serokwezîrtiya Iraqê teslîmî serokwezîrê nû Şiya es-Sûdani kir. Barzanî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Barzanî weha got:

“Min vê êvarê bi dostê xwe Mustafa Kazimi re, ji ber serpereştî û xizmetên wî yên ji bo welat, ji bo sipasiya wî bikim, axifîm. Ew, li hemberê talûke û tehdîdên şexsî, tevî astengî û zahmetiyan, rêbaza xwe parast. Jê re serkeftinê dixwazim.