Mesrûr Barzanî û Mustafa Kazimî bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re axifî û êrîşa DEAŞ ê ya li Diyalayê ku êrîş biribûn ser artêşa Iraqê, bi tundî şermezar kir.
Serokwezîr Barzanî ji bo kuştina 11 leşkerên Iraqê ji Kazimî re sersaxiyê xwest. Her dû serokwezîr ji bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê bûn hemfikir ku hevkariya xwe zêdetir bikin.
Li bajarê Diyala li devera Uzeymê DEAŞ ê êrîş kiribû ser leşkerên artêşa Iraqê û 11 leşkeran kuştibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin