Mesrûr Barzanî û Mustafa Kazimî li ser êrîsên Tirkiyê û dosya petrolê axifîn

23 July 2022 23:43 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Mustafa Kazimî li ser êrîsên Tirkiyê û dosya petrolê axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Iraqê Muhtafa Kazimî li Bexdayê li ser êrîşên Tirkiyê û dosya petrolê hevdîtin kirin. Mesrûr Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de ji bilî serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, bi serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî û bi serokê Konseya Bilind ya Darazê ya Iraqê Faîq Zeydan re hevdîtin kir.

Di pey hevdîtina Barzanî û Kazimî de hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser ewlehiya xida û mijarên din axifîne da bi hevre rêyên xebata hevpar bibînin. Di hevdîtinê de geşepêdana aboriyê û di wê çarçoveyê de zêdekirina hevkariya Hewlêr û Bexdayê, veberhênan û dahatên tên bidestxistin ji bo zêdekirina wan danûsitendinan kirine.

Li ser dosya petrolê bûne hemfikir ku ji bo babeta petrolê ya muzakereyên di navbera wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê û wezareta petrolê ya Iraqê de kûrtir bikin, ji bo li ser dosya petrolê bigihên çareseriyekî hevpar, xebatên xwe zêdetir bikin.

Di hevdîtinê de îhlalên Tirkiyê yên ser axa Iraqê bi taybetî êrîşên ser gundê Perexê hat şermezarkirin. Ji bo car din îhlal nebin û desthilata Iraqê bê parastin, divê her dû teref bi hevre tewrên xwe deynin.

Her weha di hevdîtinê de li ser hevkariya ewlehiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê mijarê guftûgo kirin.