Serok Barzanî li ser hewla kustina Kazimî peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê hewla terorkirin û kuştina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi peyamekê bi tundî şermezar kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Em bi tundî wê êrîşê şermezar dikin ku îro danê sibê li mala serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê hat kirin. Hêviya başbûnê bo birîndarên wê êriîa terorîstî dixwazim."
Serok Barzanî destnîşan kir, "Divê rêz li serwerî û aramiya Iraqê were girtin û bi alîkariya hemû aliyan pêşiya dubarebûna kiryarên terorîstî yên bi rengî were girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin