Nêçîrvan Barzanî: Hewla kustina Kazimî protesto û sermezar dikim

07 November 2021 10:29 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Hewla kustina Kazimî protesto û sermezar dikim

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir û weke kiryareke "terorîstî" ew hewldan şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê got: "Ez hewla kuştina serokwezîr Mistefa Kazimî ya têkçûyî protesto û şermezar dikim, ku îro (6 Mijdar 2021) danê sibê bi dronekê li dijî cihê mana wî li Bexdayê pêk hat û spasiya Xwedê dikim ji bo silametiya wî. Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê. Ez bang li her kesî dikim ku li ser xwe û aram bin."

Hêjayî gotinê ye, doh 6ê Mijdarê nîvê şevê bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê Şaneya Emnî ya Iraqê ragihandiye ku hewldana terorkirinê bi ser neketiye û Kazimî bi silamet e.

Şaneya Emnî diyar kiriye, hewla terorkirina Serokwezîr bi "droneke bombekirî" pêk hatiye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrîşê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: "Ez projeya rizgarîxwaziya Iraq û gelê Iraqê bûm û niha jî wisa me, moşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne."

Kazimî gotiye: "Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me,  ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin."