Nêçîrvan Barzanî pêswazî li banga Kazimî kir: Li Hewlêrê bicivin...
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li banga serokwezîrî Iraqê Mistefa Kazimî ya derbarê hevtêgihîştina aliyên siyasî yên Iraqê bo dîyalog û aramiyê kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê banga xwe ya destpêkirina danûstandinên berfireh ên aliyên Iraqê li Hewlêrê dubare kir û piştgirî da, bangewaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku ji bo dawîanîna qeyrana siyasî banga hevdîtinên aliyên siyasî kiribû.
Barzanî got, “Ji bo dîtîna rêyekê bo derketina ji nav qeyrana heyî,em dubare dibêjin ku em piştevaniyê didin banga dîyalogê ya bo aliyên siyasî. Ji bo ewlehî û rizgarkirina Iraqê pêdivî bi hevtêgihîştinê û berpirsiyariya hevbeş heye.”
في الوقت الذي نجدد دعوتنا لحوار عراقي اخوي شامل في اربيل، نؤكد دعمنا لدعوة رئيس الوزراء السيد الكاظمي للحوار بين الاطراف السياسية العراقية لايجاد مخرج للأزمة الحالية والعمل معًا للوصول بالوطن الى بر الامان. العراق بحاجة الى الحوار والتفاهم والمسؤولية المشتركة لإنقاذه.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 2, 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin