Nêçîrvan Barzanî li ofîsa xwe pêswazî li Mistefa Kazimî kir

11 September 2020 11:15 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li ofîsa xwe pêswazî li Mistefa Kazimî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Nêçîrvan Barzanî, li ofîsa xwe pêşwazî li Kazimî kir û di duyemîn roja serdana wî ya bo Herêma Kurdistanê de, wê li gel Serokwezîrê Iraqê bicive.

Li gor zanyariyan, civîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê ye û herdu alî dê di civînê de behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bikin.

Serokwezîrê Iraqê do bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.

Kazimî herwiha do serdana parêzgeha Duhokê kir û li wê derê serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezaya Zaxo û herwiha kampa Qadiya ya awareyên Kurdên Êzidî kir.