Nêçîrvan Barzanî û Kazimî li ser êrîsên Îranê axivîn

03 October 2022 17:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Kazimî li ser êrîsên Îranê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 3yê Cotmehê li Hewlêrê civiyan.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, di civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê, hewlên Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî û parastina aştiya navxweyî gotûbêj kirin û destnîşan kirin ku guftûgo riya tekane ya gihîştina çareseriya pirsgirêkan e.

Herwiha hat diyarkirin ku pêşhatên ewlehiyê û aramanckirina çend cihên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, mijareke din a civînê bû û her du aliyan daye zanîn ku divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin û red kirine Iraq bibe meydana yekalîkirina nakokiyên herêmî.

Herwiha her du aliyan tekez kirine ku Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî pêwendiyên dostane yên bi welatên cîran re ne û pabend in bi wê yekê ku axa Iraqê nebe çavkaniya gefê bo ser wan welatan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Her du aliyan tekez kirin ku xwîn û giyanê welatiyan û parastina xwepêşanderan li hemû Iraqê û herwiha parastina mal û milkên taybet û giştî, daxwaz û armancên hevbeş in û divê hemû hevkariya hêzên ewlehiyê dikin ji bo bicihkirina erkên wan û parastina asayiş û aramiya welat.”