Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî li ser gefên ewlehiyê û êrîsên dawî yên DAISê axivîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anî û her du aliyan guftûgo derbarê gefên ewlehiyê û êrîşên DAIŞê yên vê dawiyê kirin.
Kaizmî tekezî li ser piştevaniya hewlên Pêşmerge kir ji bo rûbirûbûna terorê, ligel hevahengiya temam a di navbera hêzên çekdar ên Iraqê bi Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê de, bi tayabet li navçeyên ku valahiyê ewlehiyê yên di navbera her du aliyan de.
Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya karkirina ji aktîvkirina komîteyên hevbeş ên hevahengiya di navber artêşa Iraq û Pêşmerge de kir, ji bo rûbirûbûn û derkirina paşmayên DAIŞê û jinavbirina wan ku bûne metirsî li Iraq û tevahiya herêmê.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Iraqê kir û temamiya amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hevahengiya ligel hêzên Iraqî de nîşan da û tekez kir, ji bo parastina ewlehî û aramiyê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin