Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî sibêye
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo seredana fermî îro hatibû Herêma Kurdistanê û bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû. Di nav bernama serokwezîr Kazimî de seredana bajarên Silêmaniyê, Helebçeyê û Duhokê heye.
Di bernama Kazimî de heye ku roja înê seredana serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî bike û bi hevre bicivin.
Kazimî piştî destpêkirina serokwezîrtiya wî bi xebatekî 100 rojan, cara ewiliye seredana Herêma Kurdistanê dike. Hefteya borî heyeta Kurdistanê di bin serokatiya Qubad Talabanî de seredana Bexdayê kiribû û bi Kazimî re civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin