Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka civîna ligel Kazimî daxuyanî da
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya îro li Hewlêrê ragihand, wî û serokwezîrê Iraqê behsa dosyeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bo pêşwazîkirina Kazimî û şanda Iraqê li Hewlêrê anî ziman û got, wan li ser pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê de gotûbêj kir.
Barzanî derbarê civîna ligel Kazimî de da xuyakirin, di civîna wî û Kazimî de têkezî li ser girîngiya diyaloga di navbera her du aliyan de li ser bingeha Destûrê hat kirin da ku çareyeke giştî û bingehîn ji bo arîşeyan were dîtin û xizmeta tevahiya welat û pêkhateyan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di civîna wan de têkezî li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo şerê DAIŞê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin