Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavusoglu: Têkiliyên girîng û stratejîk…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê namzedê seroktiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê got, pêwendiyên ligel Tirkiyê ‘girîng û stratejîk’ in.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê hevdîtina Barzanî û Çavuşoglu de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, “Xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiyê dikin ku di demên dijwar de alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha xwasteka Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên li gel Tirkiyê anî ziman û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû asankariyekê bo kar û sermayedanerî û weberhênanên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bike.
Di hevdîtinê de mijarên; pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê, bilindkirina asta bazirganî, hewldana ji bo vekirina deriyên sînorî yên zêdetir, hevkarî û hemahengiya di warê rûbirûbûna metirsiyên terorê, rewşa Kerkûkê û navçeyên maddeya 140 û pêşhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj kirin.
Çavuşoglu di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê anî ziman û got ku “Di demên dijwar de Tirkiyê pişta xwe nedaye Herêma Kurdistanê.”
Çavuşoglu tekezî li ser xwesteka Enqerê bo xurtkirina pêwendiyên bi Hewlêrê re kir û ragihand: “Niha jî em dixwazin pêwendiyên li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê pêş bikevin û kompanyayên Tirkiyê dikarin di proseya avakirin û avedankirinê de bi taybet jî li navçeyên ku di şerê DAIŞê de zirar dîtine, webrhênanê bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa serdan û hevdîtinên xwe yên ligel berprisên hikûmeta Iraqê li Bexdayê kir û behsa girîngiya hevkarî û hevahengiya Iraq û Tirkiyê li ser mijara avê û rêvebirina dosyeya avê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin