Nêçîrvan Barzanî: Em pistgiriyê didin serokwezîriya Mistefa Kazimî bo Iraqê

08 April 2020 18:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em pistgiriyê didin serokwezîriya Mistefa Kazimî bo Iraqê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî, piştevaniya Mistefa Kazimî ya serokwezîriya Iraqê dike.

Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand, daxwaza rêkeftina hemû aliyan li ser mekanîzmekê bo pêkanîna hikûmeta federalî ye û got: 

“Ev rewşa zehmet û dijwar ku welatê me yê ezîz tê re derbas dibe, ji me tevan dixwaze ku em nakokiyên xwe bidin alî, û di demeke herî nêzîk de li ser mekanîzmekê ji bo pêkanîna hikûmeta federalî li gor destûrê û li ser bingeha lihevkirineke rasteqîn li hev bikin, ku seqamgîrî û bihêziya hikûmetê di cîbicîkirina erkên xwe de misoger bike.”

Nêçîrvan Barzanî, “rûbirûbûna metirsî û qeyranên ku rûbirûyê Iraqê bûne, wek giringtirîn erkê hikûmeta nû” bi nav kir û wiha pê de çû:

“Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî ya bi vê armancê, pêkanîna hikûmeta nû bi piştgiriya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dibîne, ji ber wê yekê jî em pêşwazî li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî bo posta Serokwezîriya hikûmeta federal ji aliyê hêzên siyasî yên pêkhateya Şîe ve dikin.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaza piştevaniya hemû aliyan bo Kazimî û pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê kir û got: “Em daxwaz ji hemû aliyan jî dikin, piştevaniyê bikin daku di zûtirîn dem de erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.”

Berî niha Ednan Zurfî bi awayekî fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatibû erkdarkirin, lê piraniya aliyên Şîe li dijî wî helwest wergirtine û herî dawî ragihandine ku ew piştgirî li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikin.

Mistefa Kazimî, Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye û berî niha jî berbijêrkirina wî rastî nerazîbûn û dijatiya aliyên Şîe hatibû, lê niha helwesta partiyên Şîe yên Iraqê hatiye guhertin û serokwezîrtiya wî qebûl dikin.