Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pistgiriyê dide hewlên hikûmeta Ebdulmehdî

13 November 2019 19:14 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pistgiriyê dide hewlên hikûmeta Ebdulmehdî

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Iraqê ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî diyar kir û got, ew ji bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdilmehdî yên çaksaziyê û bidenghatina daxwazên rewa yên welatiyan piştgiriyê didin.

Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ku ji Cîgirên Serok û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk tê îro 13ê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîştibûn Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiyan.

Hat ragihandin ku di civînê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û bandora rewşê li ser tevahiya Iraqê hatin guftûgokirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de, sedem û derencamên xwepêşandanan, pêngav û rênimayên çawaniya serederîkirina bûyeran û rewşê hatiye gotûbêjkirin.

Di civînê de, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkan yên di vê arasteyê de hatine bicihkirin, rewşa ewlehiyê li tevahiya Iraqê, metirsiya serîhildana terorê û rêyên rûbirûbûna wan, hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di vê derbarê de, rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din ên cihê girîngiyê jî hatin axaftin.