Nêçîrvan Barzanî bi konsûlê nû yê Amerîka Waller Robert re civiya û soza pistgiriyê da
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Konsûlê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Waller Robert kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya li Konsûlê nû, hêviya serkeftinê di karên wî de xwest û soza piştgiriyeke xurt di hemû waran de dayê.
Serokê Herêma Kurdistanê, pabendiya Amerîka bi aramiya li Iraq û Herêma Kurdistanê, rola Herêmê û aliyan û pêkhatan di hukimraniya Iraqê de diyar kir û piştevaniya Kurdistanê ji bo hewlên çaresekirina kêşeyan û derbaskirina qeyranên li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşîli Konsûlê berê yê birêz Steven Fagin kir ku di demên xwe yên li Herêma Kurdistanê de xizmet kiriye û rola xwe pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîkayê de dîtiye. Her wiha pîrozbahiyê lê kir ku wekî Cîgirê Nûnerê Amerîka li Bexda dest bi kar dibe. Wî jî ji bilî spas û pêzanînan dûpat kir ku di erkê nû de li ser rêya pêkve karkirin û hevbeşiya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo karkirina li gel Hikûmeta Iraqê bi navê aramî û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kir. Her wiha her du alî pêşxistina peywendiyên Herêm û Amerîka, alîkariya hevbeş û karkirina li gel Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê, berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê, rola Herêmê di aramiya Iraqê de, rewşa navxwe û rola komker ya Serokayetiya Herêmê, parastina pêkvejiyan û lêborîniya di navbera pêkhatan de dûpat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin