Nêçîrvan Barzanî bi Konsûlê Amerîkayê re rewsa dawî gotûbêj kir

19 May 2019 17:27 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Konsûlê Amerîkayê re rewsa dawî gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê li Hewlêrê bi Konsûlê Giştê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin re hevdîtinek pêk anî û rewşa dawî ya herêmê û pêngavên avakirina hikûmeta Kurdistanê nirxandin.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û herêma Kurdistanê jî bi taybetî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê kurteyek derbarê rêkeftina aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê, li ser aktîfkirina saziya serokatiya herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeş kir.

Herwiha pêşhateyên dawiyê yên navçeyê, rewşa niha ya Mûsilê û derdora wê, navçeyên pirsgirêk li ser heyî jî hatin gotûbêjkirin.

Dîsa di civînê de pêngavên qonaxa piştî DAIŞê ên tinekirina hizr û ramana tundiyê û rêgirîkirina li ser rakirina wê ya bi hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê û hêzên hevpeyman, ligel bingeha avakirina vegera koçber û penaberan bo cîhên xwe hatin axaftin.