Serokwezîr Barzanî derbarê sed roj karkirina kabîneyê de raportekê peskes dike

07 December 2019 13:58 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî derbarê sed roj karkirina kabîneyê de raportekê peskes dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 100 roj karkirina kabîneya nehem ya gotarekê pêşkeş dike.

Ligor zanyariyên berdest, îro roja şemiyê 07.12.2019an Serokwezîr Mesrûr Barzanî di saet 8ê êvarê de da bi armanca derbasbûna 100 roj ji ser karkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê raportekê peşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Tê çaverêkirin di gotarekê da Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa destkeftiyên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê di 100 rojên borî de.

Herwiha Serokwezîr Barzanî wê di gotara xwe da behsa, çaksazîyên karîger û darayî, rûberûbûn û sînordarkirina gendeliyê, geşepêdana weberhênan û pêşxistina jêrxana aborî, baştirkirina peywendî û çareserkirina pirsgirêkên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê bike.

Herwiha ligel gotara Serokwezîr Barzanî biryar e raportek ligel hurgiliyan û zanyariyên taybet derbarê sed roj karkirina kabîneya Herêma Kurdistanê ji dezgeyên medyayê û ragihandinê ra bihêne belavkirin.