Serokwezîr Barzanî, di derbarê projeya ‘Hejmara Min’ de agahî dan

15 March 2023 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, di derbarê projeya ‘Hejmara Min’ de agahî dan

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser projeya ‘Hejmara Min’ agahiyên dorfireh dan û diyar kir ku ew ê ji bo ragihandina vê xizmetê ya ji bo hemû gelê Kurdistanê, xebatên xwe berdewam bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di bernameya televîzyonê ya K24ê de li ser porojê û xebatên dijîtal, agahiyên berfireh dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsa, “Gelo baweriya welatiyan bi pergala bankî heye? Dilniyayiya hikûmetê ji wan re çi ye?” got ku

“Mixabin li Herêma Kurdistanê, pergaleke bankî ya bi îstîqrar tuneye. Hin sazî hebûn karê bankî dikirin, lê wekî pergala bankî ya pêşketî ya ku li welatên pêşketî yên cîhanê heye, li Kurdistanê û heta li tevahiya Iraqê jî wekî pêwîst nîn e. Ji ber vê yekê ev bawerî çênebûye. Tiştê ku em dixwazin bikin ew e ku me gelek axaftin ligel hikûmeta federal kir û me gelek kar li ser vê pirsê kir ku hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hebe.

Ji aliyê din ve divê em vê pergala bankî ya pêşketî ya ku li cîhanê hevpar e, li Kurdistanê ava bikin û ji bo wê gavên pêwîst bihavêjin. Ji bo ku ev xizmet bigihîje hemû gelê Kurd, çi ji destên me hat, me kiriye û em ê bikin.

Di encama vê xebatê de jî ez hêvîdar im ku bawerî ji xelkê re çêbibe û xelk berê xwe bide vê sektorê û zêdetir sûd jê werbigirin.”

Serokwezîr Barzanî, li ser pirsa, “Gelo bankeke taybet dikare wê berpirsiyariyê bigire ser xwe?” diyar kir ku van bankeyan, baweriyê ji Bankaya Navendî ya Iraqê girtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Baweriya me bi kartên taybet û bi bankeyên taybet heye. Van bankan, bawerî ji Banka Navendî ya Iraqê wergirtine, loma pêwendiyeke rasterast di navbera Banka Navendî ya Iraqê û bankên ku em ji bo cîbicîkirina vê projeyê bikar tînin, heye. Ji ber vê yekê ev bank dikarin vê yekê bikin û rênimayên Hikûmeta Federal an jî Banka Navendî li ser van bankan tên sepandin û divê ew li gorî wan tevbigerin.”

Pirsa ku “Sûdên vê projeyê ya ji bo welatiyan çi ye?” jî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi vî awayî hat bersivandin:

“Li her devera cîhanê, kesên ku diçin û pereyên xwe dixin bankan hene. Ew bawer dike ku pereyên wî li bankê zêdetir tên parastin, ji ber ku divê hikûmet wan biparêze. Ji aliyê din ve ew dikare sûdê ji bankê werbigire. Ji aliyê din ve heger pergala me ya bankî kar bike, dikare pereyan wekî deyn werbigire, dikare mûçeyê xwe di dema xwe de werbigire, dikare hesabê xwe li her derê wekî kart bi kar bîne û keresteyên pêwîst bikire.

Heger welatiyek bixwaze sefer bo derve bike, ji dêvla ku xema çawa pereyan bikişîne yan jî kî jê re veguhezîne, dikare bi karta xwe bawer bike û li her derê cîhanê hesabê xwe bi kar bîne. Banka wî bi xwe berpirsiyar e ku hesabê wî çalak bike. Ew dikare bi gelek awayan bibe alîkar. Welatiyên li hemû welatên pêşkeftî li wê yekê dinihêrin ku çawa ji alîkariya bankê sûdê werdigirin.

Lê mixabin heta niha li vir tiştên wisa çênebûne. Ev gava yekem e, lewra bi baweriya min dê bibe qonaxeke mezin di vejandina aborî û xizmetguzariyê de ji bo welatiyan. Ji aliyê din ve di warê şefafiyet, spîkirina pereyan û gelek tiştên din de dikare alîkariya hikûmetê bi xwe bike û jê sûdmend be.”

Pirsa, “Gelo ev pergala nû ya bankî bi proseya çaksaziyê ve girêdayî ye? ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve wiha hat şîrovekirin:

“Heger aboriya welatekî hemû bi pereyên kaş ve girêdayî be, kontrolkirina tevgera pereyan, gelek zehmet e. Em dixwazin ev kar bi awayekî elektronîk di bin çavdêriya fermî ya hikûmetê û saziyên wê de bê kirin. Ev ne tenê li Herêma Kurdistanê ye, ev li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û girêdayî tora navdewletî ye ku çavdêriya hanîn û birinan dike. Mebesta wê ne ew e ku pere neyê hanîn û birin, tenê ew kesê ku pereyê wî yê paqij hebe, dikare pereyê xwe ji her kesî re bi kar bîne, lê bi zelalî ev kar tê kirin.

Dema em dibêjin em çaksaziyê dikin, çaksaziya me ji bo zêdetir alîkariya welatiyan û hêsankirina wan e, ne ku zehmetiyan dirust bikin. Bi baweriya min ev prose dê hem di warê çaksaziyê de alîkariya welatiyan bike û hem jî ji bo hikûmetê û hem di warê çavdêriya navdewletî de jî Kurdistan dikare biçe asteke gelek bilindtir di warê mameleya ligel pereyên kaş de ku îro tê kirin.

Serokwezîr Barzanî, li ser pirsa “Veguhastina ji diravê kaş ber bi pergaleke dîjîtalî ya bankê çawa alîkariya aboriya welêt û hikûmeta dike?” got ku

"Heger derfeta we hebe ku hûn li şûna pereyê kaş karê xwe bi kredî bikin, ev ê hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo welatiyan pir alîkar be. Heger li cihek kêmasiyek hebe ku nikare were dayîn an were peydakirin, hebûna krediya li bankê dê bi giranî vê pirsgirêkê çareser bike. Di pergala bankî ya pêşketî de pergala krediya bankî şûna pergala pereyan digire ku niha li Herêma Kurdistanê heye.

Ev ê gelek alîkar be, ji ber ku dirav dê li ser hesabê her welatiyekî be, bank ne tenê kesek e, bi sed hezaran kes di bankê de hesabên xwe vedikin, pereyê ku banka bikar tîne dê sûdê bide bank, hikûmet û welatiyan. Ji ber vê yekê, dirav bixwe diravan tîne, di demek ku di pergalek bingehîn drav de dan û stendinên drav sînorkirî ne û dibe ku di warê ewlehiyê de jî hinek xeternaktir be.

Di her warî de pergal niha li hemû cîhanê kar pê tê kirin û gavên zêdetir jî havêtine lê belê bi e-mail û bi telefonê gavên zêdetir havêtine, em ji di destpêkê damezirandina vê jêrxaneyê ne, heger ev jêrxane dirust bû, em ê gavên din jî bihavêjin.”