Serokwezîr Barzanî derbarê agirbesta bo serê Yemenê de peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li agirbesta du mehan a şerê Yemenê kir û di meha Remezanê de hêviya vegera aramiyê bo Yemenê xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser agirbesta Yemenê ku doh di navbera aliyên şer de hatibû ragihandin peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî got: “Ez pêşwazî li agirbesta du mehî dikim ku ji aliyê NY ji bo Yemenê hatiye ragihandin û aliyên şerê Yemenê jî qebûl kirine. Ez hêvîdar im ew agirbest ku hevdem e bi destpêka meha Remezanê re, bibe wesîleya vegerandina aramiyê li wê deverê.”
Doh 2yê Nîsanê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, aliyên şerê Yemenê Hûsî yên alîgirê Îranê û tifaqa Erebî ya bi pêşengiya Erebistanê razî bûn ku du mehan şer bidin sekinandin û agirbestê ragihînin.
Hatiye diyarkirin ku wê agirbest heta 2yê Hezîranê dewam bike û dikarin her du alî wê dirêj bikin.
Piştî vê biryarê gelek welatên wekî Îran, Erebistana Siûdî, Amerîka, Brîtanya, Misir û Tirkiyê pêşwazî li agirbestê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin