Serokwezîr Barzanî: Bi sedan gundên me, ji ber serê PKKê û Tirkiyeyê wêran bûne!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyaniya çapemeniyê ya ligel Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Berbuck de ziyanên ku ji ber pevçûnên navbera Tirkiye û PKKê li Herêma Kurdistanê bûne, ragihandin.
Serokwezîr Barzanî, di daxuyaniya hevpar a ligel Bebuck de li ser êrîşên welatên cîran ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku wan her dem gotiye ku ew li dijî binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji aliyan ve ne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew naxwazin navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran were bikaranîn. Di heman demê jî daxwaz ji welatên cîran kir ku ew jî bi tu hincetekê destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de nekin û nebin beşek ji pêkanîna bêaramiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser şerê navbera Tirkiye û PKKê jî û got ku “Di navbera Tirkiye û PKKê de demeke dirêj pirsgirêk hene. PKKê kiriye ku Tirkiye êrişên bi vî awayî berdewam be.”
Serokwezîr Barzanî hêviyên xwe hanî zimên ku kêşeya Kurd çareser bibe û PKK êdî nikaribe li ser navê Kurdan destêwerdanê di aramiya deverê de bike û axftina xwe wiha berdewam kir:
“Ji ber şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê, zêdetirî 800 gundên me wêran bûne û me nikaribû em wan ava bikin. Bêguman helwesta me ew e ku divê ev şer bi dawî bibe da ku em bikaribin gel vegerînin gund û deverên wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin