Dadgeha Federal li ser giliyê Serokwezîr Barzanî biryar da: Hin xalên budçeyê nedestûrî ne!
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yê derbarê neyasayîbûna hin xalên yasaya bûdçeya giştî de ku di parlamentoyê de hatiye derbas kirin, biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê îro 7ê Tebaxê biryar da ku hin xalên yasaya bûdçeya federalî ya salên 2023, 2024 û 2025an nedestûrî ne.
Dadgeha Bilind a Federalî li ser dosyaya hejmar (168/Federal/2023) ku tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dijî madeyên yasaya hejmar (13) ya sala 2023 (Bûdçeya Giştî ya Federalî ya Komara Iraqê bo salên darayî (2023, 2024, 2025) de vekiriye, civiya.
Heyeta Dadgeha Bilind a Federalî gotina “bi erêkirina Serokwezîrê Iraqê” ku di xala yekem a madeya 11 a yasaya bûdçeyê de hatiye, wekî nedestûrî bi nav kir.
Herwiha dadgehê biryar da ku gotina “Dema Encûmena Nûnerên Iraqê nekarî biryara pêwîst bigire” jî ne destûrî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin