Serokwezîr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkbirina têkiliyên bi Bexdayê re tê bikaranîn
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Sibatê seroktiya civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir û derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina heqên darayî Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.
Li gorî daxuyaniya piştî civîna Encûmena Wezîran ku malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, di destpêka civînê de, bi boneya bîranîna şehîdên 1ê Sibatê, Serokwezîr bi rêz û pêzanîn, şehîdên karesata 1ê Sibatê bi bîr anî û got: “Di bîranîna şehîdên 1ê Sibatê de, bi navê Encûmena Wezîran, em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên nemir ditewînin. Herwiha em pabendbûna xwe bi berdewambûna li ser rûbirûbûna teror û terorîstan û hizra tundrewiyê dubare dikin.”
Di beşeke din a civînê de, bernameya danûstandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federal, ji aliyê serok û endamên şandê ve hat pêşkêşkirin, bi mebesta pesendkirina civînan di ber ronahiya vê bernameya pesendkirî de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî dubarekirina daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û rêkeftina aliyên pêkhêner ên hikûmetê û karnameya wezarî ya kabîneta nû ya hikûmeta Iraqê, got ku tişta li ser Herêma Kurdistanê û şanda Herêmê dikeve, ji bo gihîştina rêkeftinê encam daye, loma ew li benda Hikûmeta Federalî ne ku pabendî cîbicîkirina rêkeftinan be.
Serokwezîr Barzanî, diyar kiriye ku mixabin Dadgeha Bilind a Federal tê bikaranîn ji bo têkdana her rêkeftinekê ku ligel Hikûmeta Federal ji bo çareserkirina kêşeyan têne kirin û hêviya xwe anî ziman ku projeyasaya budceya 2023an demildest were pesendkirin û maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî werin dabînkirin.
Di beşa duyem a civînê de, mijara kaxezên darayî yên li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Encûmena Wezîran, Wezaretên Darayî û Aborî, Bazirganî û Pîşesazî, Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Fermangeha Hevahengiyê û Lidûvçûnê raspartiye ku di demeke nêz de, têbînî û raspardeyên xwe derbarê vê mijarê de di çarçoveya raportekê de amade bikin, da ku di civîna Encûmena Wezîran de biryara pêwîst li ser vê mijarê were dayîn.
Di dawiya civînê de jî, çareserkirina kêşeya desteberiya bankî ya projeyên rawestiyayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye axaftin û gotûbêja pêwîst li ser vê mijarê hatiye kirin, ji vî alî ve çendîn pêşniyar û rasparde ji bo çareserkirina kêşeyê hatine pêşkêşkirin û pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin