Ji nivîsgeha Serokwezîr ji bo projeyeke Silêmaniyê daxuyanî
PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di derbarê projeya rêya 100 metrî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek ragihand.
Di daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku rizamendî li ser hatiye dayîn û di demeke nêzîk de dest bi wê projeyê dibe.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, piştî pêdeçûna Komîta Teknîkî bi projeyên stratejî yên Herêma Kurdistanê û liberçavgirtina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, piraniya projeyan hatine bicihkirin, ji wan jî projeya riya Sedmetrî ya bajarê Silêmaniyê, ku razemendiya birêz Serokwezîr bi heman dîzayna xwe li ser hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye jî, “Di demeke nêzîk de û piştî guncawbûna keşûhewayê û amadekariyên destpêkê, dest bi cibicîkirina wê projeyê dibe.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de amaje bi wê jî tê dayîn, “Di heman demê de, amadekariyên bo projeyên din li parêzgeha Helebce yê tê kirin, ji wan jî projeya pireya Tiwequte, ku Helebce û Derbenfîxanê bi hev ve girê dide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin