Serokwezîr Barzanî li Silêmaniyê kevirê bingeha projeyeke bi 122 milyon dolaran datîne

23 May 2021 09:40 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li Silêmaniyê kevirê bingeha projeyeke bi 122 milyon dolaran datîne

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê li Silêmaniyê kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran datîne.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 23/05/2021ê kevirê binyadê yê sîloya Silêmaniyê û projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Silêmaniyê datîne.

Hat diyarkirin ku proje ji çêkirina sîloyeke nûjen, hilanîn û hilberîna xurekê, bazarkirina genim û dirustkirina berhemên xwarinê bi teknolojiya herî nûjen û li gorî pîvanên cîhanî pêk tê.

Hat eşkerekirin ku ev proje wê bi bêhtirî 122 milyon Dolaran bê bicihanîn.