Serokwezîr Barzanî wê bingeha rêya Sexan-Lales deyne

21 September 2024 11:59 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî wê bingeha rêya Sexan-Lales deyne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo danîna bingeha rêya Şêxan-Laleş dê serdana parêzgeha Duhokê bike.

Îro şemî 21.09.2024, di çarçoweya berjewendiya kabîneya nehemîn de ji bo sektorên xizmetgozariyê, Mesrûr Barzanî wê kevirê bingehîn ê rêya Laleş-Şexanê li parêzgeha Duhokê deyne.

Temamkirina projeya rê ya mijara gotinê wê rehetiyê bide gelê herêmê û qezayên trafîkê kêm bike.

Rêyan stûna sereke ya projeyan e û serokwezîr hertim tekezî li ser gihandina pirojeyên xizmetguzariyê bo hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kiriye.