Serokwezîr: Bi temamkirina rêya Sexan-Lales wê ji bo ziyaretvanan çûna Lalesê hêsantir bibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi temamkirina rêya Şêxan-Laleş wê sektora hatinûçûnê li herêmê baş pêş bikeve.
Mesrûr Barzanî îro şemî 21.09.2024 di merasima danîna zemîna rêya Laleş-Şexanê de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Barzanî bal kişande ser girîngiya rêya Laleş-Şexanê û got, "Bi qedandina rêya Şexan-Laleşê dê geştiyar bi hêsanî biçin Laleşê."
Mersûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku herêma Şêxan di warê aborî, çandinî, geştyarî û arkeolojî de gelek giringe û got, herêma Şêxan nimûneyeke baş a çanda pêkvejiyana Herêma Kurdistanê ye û em bi vê ruhê xweş û serbilind in. Ji ber vê yekê em xizmeta vê herêmê dikin."
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku bi temambûna rêya Şexan-Laleş dê sektora hatinûçûnê li herêmê baş pêş bikeve. Em xizmetkarên gelê xwe ne. Bi hêviya ku em li gel hemû astengiyên ku li pêşiya me ne jî proseya avadankirina Herêma Kurdistanê berdewam bikin. Şikir ji bo xwedê me bi piştevaniya gelê xwe yê berxwedêr berdewam kiriye û dê berdewam be."
Serokwezîr diyar kir ku birayên Êzidî tevî hemû karesat û qirkirinên ku hatine jiyîn, parastina ziman, çand û nasnameya xwe dikin û wiha dewam kir:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryardariya xwe ya ji bo parastina mafên xuşk û birayên me yên êzîdî dubare dike û dê hemû hewlên xwe ji bo zêdetir xizmetkirina wan û kêmkirina êş û azarên wan bide.
Ji bo asayîkirina rewşa herêmê ku milîs û komên çekdar ji Şengalê bên derxistin û rêveberiya Şengalê bikeve destê gelên xwecihî yên herêmê, em bi hikûmeta federal re xebatên xwe didomînin. Ev jî tenê bi cîbicîkirina rêkeftina Şengalê dibe ku rê li ber avakirina Şengalê û vegera serbilind a penaberan veke.
Kurdistan mala birayên me yên li Şêxan û herêmên din e ku ji ber şer û sedemên din koçber bûne. Ez spasiya xelkê Duhok, Şexan û vê herêmê dikim ku deriyên xwe ji birayên xwe re vekirin û nanê xwe bi wan re parve kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin